Li Çukurcayê kelecana mîhrîcanê

Çukurcaya navçeya Hekariyê ew ê di navbera 2 û 5 gulanê da ji "Mîhrîcan Sporên Tebîetê û Safariyê ya Fotoyê ya 2yan" ra malxweyîtiyê bike.

Li Çukurcayê kelecana mîhrîcanê

Çukurcaya navçeya Hekariyê ew ê di navbera 2 û 5 gulanê da ji "Mîhrîcana Sporên Tebîetê û Safariyê ya Fotoyê ya 2yan" ra malxweyîtiyê bike.

Ji bo danasîna navçeya li sînorê Iraqê ya ku bi operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê yên hêzên ewlekariyê ji terorê hat paqijkirin proje dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da di hîmayeya Wezareta Karên Naxweyî da Walîtiya Hekariyê, Qaymeqamtî û Şaredariya Çukurcayê û Ajansa Pêşxistina Rojhilata Navîn ew ê  "Mîhrîcana Sporên Tebîetê û Safariyê ya Fotoyê ya 2yan" ya bi xelat li dar bixin.

Li bendê ne ku tebîethez, wênekêş û çiyager beşdarî mîhrîcanê bibin, di mîhrîcanê da sporên wekî off-road, paintball, kano, rafting, trekking, hilpabûna zinaran, paraşûta berpalê û şahiya bafirokan werin kirin.

Dîsa di vê çarçoveyê da wênekêş ew ê wêneyên Malên Kelhê û aşê avê, zeviyê rêz, tebîet û jiyana rojane bikişînin û ji bo xelatê têkevin pêşbaziyê.

Li bendê ne ku mîhrîcan xêncî danasîna navçeyê tevkariyê bide aboriyê jî.

Qaymeqam Temel Ayca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku organîzasyon di hîmayeya Wezareta Karên Navxweyî da ew ê 2-5ê gulanê were kirin.

Ayca diyar kir ku cara ewil par çalakî li dar xistin û wiha axivî: "Em îsal mîhrîcana 2yan li dar dixin û em ê vê her sal bidomînin. Înşallah di salên pêşiya me da jî mîhrîcanê dewam bike."

 "Cara ewil li Çukurcayê off-road ew ê were kirin"

Ayca got ku îsal di organîzasyonê da sporê tebîetê ew ê derkevin pêş û wiha pê da çû: 

"Di vê çarçoveyê da em ê gelek çalakiyan li dar bixin. Hinekên wan ew ê cara ewil li herêma me werin kirin. Bi taybetî of-road ew ê cara ewil li Çukurcaya me were kirin. Piştî organîzasyonê em ê hin çalakiyên xwe di nav salê da jî bidomînin. Ji wan yek raftîng e. Salek e em li ser raftîngê dixebitin."

Ayca got armanca mîhrîcanê ew e ku navçeyê têxin navenda sporên tebîetê û wiha axivî:

"Ji vê şûnda dema bêjin Çukurca ew ê sporê teîetê werin bîra her kesî. Organîzasyona me ew ê ji bo vê bibe destpêkeke baş. Me di vê mijarê da par bertekên baş dîtin. Înşallah Çukurcayê bi xeberên baş were zanîn."

Ridvan Înançê Mixtarê Gundê Narliyê jî got ji bo danasîna navçeyê çalakî girîng in û wiha pê da çû: "Par 70 mêvan hatin. Me hemû li malên xwe xistin mêvan. Îsal li bendê ne ku ji 300î zêdetir kes werin. Em ê bi awayê herî baş ji wan ra mazûvaniyê bikin."

Dîroka nûkirinê: 28 Nîsan 2019, 18:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE