Li Çukurcaya navçeya Hekariyê ku dikeve ser sînorê Iraqê, ji bo danasîna herêmê "Mihrîcana Foto Safarî û Sporên Siruştê ya 3yem" wê were lidarxistin û seba mihrîcanê li navçeyê kelecan heye.
Bi operasyonên serkeftî yên ku hêzên ewlehiyê li dijî PKKya rêxistina terorê kirin, li herêmê hizûr û ewlehî çêbû. Ji bo danasîna navçeyê, pêşxistina turîzma siruştê û zêdekirina berên herêmî xebat dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da bi tevkariya şaredariya navçeyê, Walîtiya Hekariyê, Qaymeqamtî, Midûriya Bajêr a Ciwanî û Sporê û Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê di 1-5ê îlonê da "Mihrîcana Foto Safarî û Sporên Siruştê ya 3yem" a bi xelat wê were lidarxistin.
Tê payîn ku ji gelek bajaran gelek siruşthez, wênekêşên navdar, werzişvan û çiyager beşdarî mihrîcanê bibin û di mihrîcanê da çalakiyên wekî tûra duçerxeyê, paramotor, kano, raftîng, trekkîng, hilpazbûna zinaran, pereşûta berwar û bafirok wê werin lidarxistin.
Ji bo ku mihrîcan wê li navçeyê çêbibe, kelecan heye. Di mihrîcanê da hezjêkerên wêneyan wê wêneya herî baş a jiyana rojane ya navçeyê, cihên dîrokî, aşên avê yên dîrokî, xweşikahiyên siruştî, zeviyên çeltûk û kunciyan bikişînin da ku xelatê hildin.
Tê payîn ku mihrîcan digel danasîna bajêr dahata wê ji jiyana aborî û civakî ra jî çêbibe.
Qaymeqam Hasan Kurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku mihrîcan bi siruşt û merivên xwe va li navçeyê êdî bû çalakiyeke kevneşop.
Kurt daxuyand, di mihrîcanê da çalakiyên cuda wê werin lidarxistin û 80 hezar lire wê xelat tê da were belakirin.AA