Li Çukurovayê dirûna genim dest pê kir

Yilmaz diyar kir ku wan dirûna ewil a salê pêk anî û ber û berhem jî baş e.

Li Çukurovayê dirûna genim dest pê kir

Li Çukurovaya ku ji navendên girîng ên Türkiyeyê yên dan û dexl e, dirûna genim dest pê kir.

Li Taxa Eskikabasalê ya navçeya Kozanê tîrê Selamî Yilmaz hat dirûn.

Yilmaz diyar kir ku wan dirûna ewil a salê pêk anî û ber û berhem jî baş e.

Li gorî agahiya ku ji peywirdarên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê hat wergirtin, li Kozanê îsal 200 hezar dekar tîr hatin danîn.

Tê pêşbînîkirin ku ji tîrên îsal dê bi qasî 95 hezar ton genim were hildan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE