Li Daraya Bajarê Antîk mehsereya rûnê zeytûnan a ji sedsala 6an maye hat dîtin

Li Daraya Bajarê Antîk ê li Oxuza taxa Artuqliya navçeya navend a wekî "Efesa Mezopotamyayê" tê zanîn di vekolanên 30 sal e dewam dikin da gelek bermayiyên heyamên berê hatin dîtin.

Li Daraya Bajarê Antîk mehsereya rûnê zeytûnan a ji sedsala 6an maye hat dîtin

Li Mêrdîna bi çand û mîmariya xwe ya dîrokî va balê dikişîne li Daraya Bajarê Antîk mehsereya rûnê zeytûnan a ji sedsala 6an maye hat dîtin.

Li Daraya Bajarê Antîk ê li Oxuza taxa Artuqliya navçeya navend a wekî "Efesa Mezopotamyayê" tê zanîn di vekolanên 30 sal e dewam dikin da gelek bermayiyên heyamên berê hatin dîtin.

Di sezona vekolanê ya 2021ê da mehsereya rûnê zeytûnan a 2 mêtroyî ya ji sedsala 6an maye hat dîtin.

Doç. Dr. Huseyîn Metînê Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Kafkasê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Daraya Bajarê Antîk xwedî dîroka 5 hezar salî ye.

Metîn got bajar di sedsala 6an da dibe bajarê garnîzonê yê herî girîng, der barê sîstema parastinê ya bajêr da gelek agahî di destê wan da hene.

Metîn diyar kir ku der barê mîmariya sivîl a li dora bajêr da agahî zêde tunene û wiha pê da çû: "Di vekolanên sala 2019an da me li vê derê agahiyên li ser saziyên sivîlan ên girîng dîtin. Ji wan yek jî mehsereya rûnê zeytûnan e. Mehsereya rûnê zeytûnan ji bo endustriya heyamê gelekî girîng e. Ev eşkere nîşan dide ku di heyama antîk da rûnê zeytûnan hatiye derxistin. Di heyama me da jî li Darayê hilberîna zeytûnan dewam dike."

Metîn destnîşan kir ku bermayiya hat dîtin bi tenê parçeyek nîne, tekneya gilover a pilçiqandina zeytûnan heye û wiha pê da çû: "Wekî mayîn ji bo hêrandin û pilçiqandina zeytûnan destarê gilover ê ser jî heye. Îhtimal e ku dewama wê jî ciyê hincirandinê hebe. Tê vê meneyê ku li vê derê zeytûn pilçiqandine, tijî torbeyan kirine û rûnê zeytûnan derxistine."

Metîn bal kişand ku bi taybetî di heyama antîk da hilberîna zeytûn û rûnê zeytûnan gelekî zêde bûye û wiha axivî:

"Fikra me ew e ku hem qada avî zêde ye hem jî ji bo wê heyama dahata ticarî gelekî zêde bûye. Rûn hem xwarin e hem jî di heyama antîk da sotemeniya çirayê ye. Ji bo rûnê zeytûnan keşfa ewil e lêbelê îhtimaleke mezin dewama vê ew ê were. Em dikarin bêjin ku ne bi tenê ji bo xwarina bajêr rûnê zeytûnan hatiye derxistin, di heman damê da ji bo ticaretê jî ev kara hatiye kirin. Bi vekolanên werin kirin va em hûrgiliyan bibînin."

Temenî Mendenê ji Iraqê ji bo ziyaretê hat bajarê antîk got li ber Daraya Bajarê Antîk şaş û metel man.

Menden wiha axivî: "Dara zehf xweşik e. Min saziyên dîrokî eciband. Ji ber ku min ev dera dît gelekî kêfxweş bûm. Ev kevirê aş jî gelekî kevn e. Em pê hesiyan ku bi vî kevirî va rûnê zeytûnan hatiye derxistin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE