Li Dîdîmê 88 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li navçeya Dîdîmê 41 koçberên bêdestûr hatin girtin...

Li Dîdîmê 88 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Dîdîma navçeya Aydinê 88 koçberên bêdestûr yên ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî biçin dervayî welêt, hatin girtin.

Tîmên Fermandariya Egeya Başûr ya Ewlehiya Qeraxê li qeraxên Dîdîmê nêzî herêma Turna û Taşburunê 2 botên lastîk yên ku tê da koçberên bêdestûr hene dan sekinandin.

Tîman di botê da zarok jî di navde 82yê wan ji Sûriyeyê, 6ê wan ji Filistînê bi tevahî 88 koçberên bêdestûr girtin û koçber anîn qeraxê.

Koçberên bêdestûr piştî kar û barên wan ên fermî teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr a Aydinê kirin.

Dîroka nûkirinê: 01 Cotmeh 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE