Li Denizliyê 2 pirtûkên 1500 salî hatin dîtin

2 gumanbarên hat tespîtkirin hewl didin ku pirtûkan bifroşin hatin binçavkirin

Li Denizliyê 2 pirtûkên 1500 salî hatin dîtin

Li Denizliyê 2 pirtûkên 1500 salî yên bi menşeya Misirê yên tê bawerkirin ji bo ku ji Hz. Îsa şefeatê bixwazin hatine amadekirin û ji nexweşiyên cur bir cur diparêzin hatin bidestxistin.

Ekîbên Şûbeya Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçitiyê ya Midûriya Ewlehiyê li ser îxbara ku hin kes hewl didin ku pirtûkên dirokî yên di destê xwe da bifroşin xebat dan destpêkirin.

Ekîbên ewlehiyê bersûcên hat tespîtkirin ku qaçaxçitiya berhemên dîrokî dikin teqîb kirin û li navenda bajêr otomobîlekê rawestandin û 2 gumanbarên tê da binçav kirin.

Di lêgerîna di otomobîlê da 2 pirtûkên destnivîs ên ku li serê motîfên avzêrê hene û di nav peçeteyê da pêçayî ne û di nav poşetan de hatin dîtin.

Hîndekarên Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Pamukkaleyê li ser pirtûkan lêkolîn kirin û derket holê pirtûkên ku ji pelên papîrusê yên rengîn pêk tên berhemên dîrokî yên orîjînal ên 1500 salî ne.

Hat diyarkirin ku berhem bi menşeya Misirê ne tê bawerkirin ji bo ku ji Hz. Îsa şefeatê bixwazin hatine amadekirin û ji nexweşiyên cur bir cur diparêzin û wekî "amuled" tên binavkirin.

Ji aliyê din va 2 gumanbarên ku di operasyonê da hatin binçavkirin ji bo ku negirtî bên darizandin serbest hatin berdan.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE