Li Denîzliyê balafirek ket

Li navçeya Merkezefendî li herêma Başkarciyê balafirek ket, tîmên AFAD û 112yê çûne herêmê

Li Denîzliyê balafirek ket

Waliyê Denîzliyê Hasan Karahan daxuyand li navçeya Merkezefendî li herêma Başkarcibalafireke perwerdeyê ket.

Walî Karahan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand balafira ku tê da 2 kes hebûn ji Balafirgeha Çildirê ya Aydinê rabûye.

Karahan wiha axivî: "Sedema ketinê hê nayê zanîn. Ji ber şert û mercên hewayê an jî ji ber sedema teknîkî ye nayê zanîn. Li gor kordînatên hatine dayîn hewl tê dayîn ku xwe bigîhînin qada ku lê ketiye. Tîmên esmaniya sivîl, AFAD û yên din hewl didin li herêmê xwe bigîhînin balafirê."

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2018, 14:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE