Li Derikê heyama komkirina zeytûnan

Li Derika Mardinê welatî zeytûnên xwe didin hev...

Li Derikê heyama komkirina zeytûnan

Li Dêrika çiyayê Mazî heyama daweşandin û komkirina zeytûnên herêmê dest pê kir. Ji bo vê jî bi beşdariya gelek rayedarên Mêrdîn û Dêrikê mîhrîcanek hat lidarxistin.

Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê bi zeyt û 10 cûre zeytûnên xwe gelek navdar e.

Zeytûnên ku li vir bi awayekî xwezayî tên gihandin, bi tam û lezzeta xwe jî gelek berbelav e.

Li navçeyê Heyama berhevkirina zeytûnan dest pê kir.

Qeymeqamiya navçeyê ji bo vê yekê li navçeyê bernameyeke taybet li dar xist.

Ji Mêrdîn û Dêrikê tevî xelkê, gelek rayedar û berpirsên bajêr jî beşdarî bernameyê bûn û hemûyan bi hev re darên zeytûnan daweşandin.

Di bernameyê de 5 hilberîner bi makîneyên daweşandina zeytûnan hatin xelatkirin.

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE