Li Dêrika navçeya Mêrdînê avahiya nû ya şaredariyê digel şert û mercên demsala zivistanê didome. Dêrik di sala 1974an de bû navçe û avahiya şaredariyê 34 sal bû xizmet dida. Niha jî ji bo şaredariyê avahiya nû tê çêkirin.
Dêrik di sala 197an de bûbû navçe.
Avahiya şaredariyê ev 34 sal bûn xizmet dida û têrê nedikir.
Ji bo şaredariyê avahiyeke nû tê çêkirin.
Binaya şaredariyê li ser 6 donim erazî tê çêkirin û wê 4 qatî be.
Digel şert û mercên zivistanê çêkirina avahiya şaredariyê didome.
Tê payîn ku avahiya nû ya şaredariyê di meha adarê de bikeve xizmetê.
Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:32