Ekîbên mihefezeya gumrikê li Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê 308ê wan ji heyama Helenîstîk, 2 hezar û 16ê wan ji heyama Romayê û 209ê wan ji heyama Bîzansê bi tevahî 2 hezar û 533 sîke girtin.
Di daxuyaniya Wezareta Bazirganiyê da hat diyarkirin ku dema xebatên kontrola gumrikê li ser şikê tirek hildan cîhaza x-rayê.
Di kontrola x-rayê da ji dorseyê ketin şikê û dest bi kontrola hûrgilî kirin.
Hat ragihandin ku di lêgerînê da sîkeyên di 8 pakêtan da hatin dîtin.
Ji bo lêkolînê sîke şandin Midûriyeta Muzeya Hatayê.
Di lêkolîna li midûriyeê da hat tesbîtkirin ku 308ê wan ji heyama Helenîstîk, 2 hezar û 16ê wan ji heyama Romayê û 209ê wan ji heyama Bîzansê ne.
AA