Li Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasbûna TIRan rojane zêde bû

Bi saya normalbûnê û tevdîrên Kovîd-19ê di barkêşiya ji bo Iraqê da jimara wesayîtên ku rojane ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas dibin ji 1200an derket 1800î

Li Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasbûna TIRan rojane zêde bû

Bi saya normalbûnê û tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di barkêşiya ji bo Iraqê da jimara wesayîtên ku rojane ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas dibin ji 1200an derket 1800î.

Ji bo ku ji ber şewbê bazirganî paş nekeve li herêma tampon a di navbera Deriyê Sînor ê Xabûrê û Deriyê Gumrikê ya Îbrahîm Xelîl ji 1ê adarê va sepana "bazirganiya bêtemas" dihat tetbîqkirin, di vê sepanê da dorse û ajokar dihatin guhertin û ev sepan bi daxuyaniya Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê ya di 4ê hezîranê da bû wekî berê.

Di vê çarçoveyê da li Deriyê Sînor ê Xabûrê barkêşî ji nû va dest pê kir û lîvdarî zêde bû.

Jimara wesayîtên ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê beêr rojane kêm zêde 1200 bû di heyama dawîn da derket 1800î.

Li deriyê sînor tevdîrên dijî virûsê bi hesasiyeteke mezin tê tetbîqkirin û hem alema kar hem jî barkêşiya navneteweyî ji lîvdariya li deriyê sînor kêfxweş in.

 "Em girîngiyê didin vê zêdebûnê"

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê (TSO) ya Şirnexê Osman Gelîş daxuyaniyek da û got ku Kovîd-19ê ku li hemû dinyayê belav bûye wekî hemû aliyan tesîreke neyinî li ser alema kar jî kir.

Gelîş behs kir ku Deriyê Sînor ê Xabûrê ji Turkiyeyê girîng e û got ku "Di vê pêvajoyê da camîeya kar zehmetî kişand ku siparîşên xwe di wextê da bigihîne cihên eleqedar."

Gelîş ragihand ku di asta gihaştinê da jimara wesayîtên ku ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas dibin derket 1800î û wiha axivî: "Em girîngiyê didin vê zêdebûnê. Ji hêla camîeya kar va dê encamên wê yên gelekî erênî çêbin. Dê tesîreke mezin li ser bazirganiya me, aborî, reqamên îxracatê, îstixdamê bike. Ez spasiya herkesê ku di vê mijarê da ked dan dikim."

"Ji bo bazirganiyê dê geşedaneke gelekî baş be"

Serokê Yekîtiya Odeya Sinetkar û Esanafan (ESOB) a Şirnexê Heşar Haşîmoglu jî diyar kir ku Deriyê Sînor ê Xabûrê biqasî herêmê piştgiriyeke mezin dide aboriya welêt jî.

Haşîmoglu behs kir ku şehta ku bi pandemiyê li bazirganiyê ket bi normalbûnê ji holê rabû û got ku "Bi normalbûna derbas bûnan jimara wesayîtan rojane derket 1800î. Ev dê ji bo esnaf û bazirganiyê bibe geşedanekî gelekî girîng. Ev zêdebûn ji ciwanê ku li Xabûrê simîtan difroşe heta fîrmaya îxracatê dike dê tesîreke erênî bike."

Nûnerê Silopiyê yê Komeleya Karsazên Pîşesaz ên Turkiye Iraqê (TISÎAD) Kemal Ozdemir jî got ku derbasbûna ji ber pandemiyê bi normalbûnê va derket asta dihat xwestin.

Ozdemir di serî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û wezaretên eleqedar spasiya herkesê ku di vê geşedanê da piştgiriya wan heye kir.

Ajokarê tirê Omer Şahînê ku ji Îskenderunê hat jî got ji ber normalbûna li deriyê sînor kêfxweş in û wiha axivî: "Em bi rehetî wesayîta xwe dibin û tînin. Em spasiya kesên ku di sepanê da keda wan heye dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE