Li Deriyê Sînor ê Xabûrê "kêfxweşiya pireya sêyemîn"

Pireya sêyemîn a li Silopiya navçeya Şirnexê di meha gulanê da li Deriyê Sînor ê Xabûrê vebû, çûyîn û hatina wesayîtan hêsan dike.

Li Deriyê Sînor ê Xabûrê "kêfxweşiya pireya sêyemîn"

Pireya sêyemîn a li Silopiya navçeya Şirnexê di meha gulanê da li Deriyê Sînor ê Xabûrê vebû, çûyîn û hatina wesayîtan hêsan kir.

Walîtiya Şirnexê û Walîtiya Duhokê peymanek îmze kirin ku li herêma di navbera deriyê Xabûr û Xelîl Îbrahîm da pireyek bê çêkirin.

Piştî vê peymanê pireya "Xabûr-3" hat çêkirin û pire di 8ê Gulanê da vebû. Piştî pireyê çûyîn û hatina wesayîtan hêsan û bilez bû, ev jî bû sedema kêfxweşiyê.

Osman Gelîşê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnexê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Deriyê Sînor ê Xabûrê ne ji bo bajêr tenê, ji bo hemû welêt di qada îxracatê da xwedî cihekî girîng e.

Gelîş pesnê Deriyê Sînor ê Xabûrê da û wiha axivî: "Di serî da Silopî heta Şanliurfa û Edeneyê him di qada neqliyeyê da û him jî di hilberînê da feydeya wê zêde ye. Deriyê sêyemîn di çûyîn û hatinê da qerebalixî kêm kir. Şofêrên ku berê saetekê bendê diman niha di nav 15-20 deqîqeyan da kar û barên xwe diqedînin. Pireya sêyemîn xizmeteke mezin a hikûmeta me ye."

Mehmet Siraç Sezgînê ji 10 salan vir va bar dikşîne got piştî pireya sêyemîn çûyîn û hatin zûtir dibin û wiha axivî: "Berê rêz pir dirêj dibû, lê niha piştî ku pireya sêyemîn vebû çûyîn hatin bilez bû. Înşallah wê baştir bibe."

Sînan Aslanê 35 sal e şofêriyê dike jî got berê ew du saetan bendê diman ku ji gumrikê derbas bibin lê niha di nav 20 deqîqeyan da ew diçin.

Abdulhalîm Demir jî heman tişt anî ziman û got bi saya pireyê mirov kêm benda rêzê dimînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 14:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE