Ekîbên Mihafeya Gumrukê ya Wezareta Ticaretê bi operasyona li Deriyê Sînor yê Îpsalayê hat kirin ton û nîvek esrar qefaltin.
Wezareta Ticaretê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir li Deriyê Sînor yê Îpsalayê ton û nîvek esrar hat qefaltin.
Hat diyarkirin li deriyên sînoran heta niha cara ewil e di carekê da evqas hişbir li ser hev tê girtin.
Gorî agahiyan ji ber bûyerê şofêrê TIRê û tevî elemanên şebekeyê yên li Stenbolê 3 kes hatin binçavkirin.