Li Deşta Amîkê di remezanê da mesaiya karkerên demsalî

Huseyin Elmasê 45 salî yê ji Şanliurfayê hatiye daxuyand ew her sal tên Hatayê ku pîvazan berhev bikin, paşê ew ê biçin Anadoluya Navîn.

Li Deşta Amîkê di remezanê da mesaiya karkerên demsalî

Karkerên demsalî yên ji bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatine Deşta Amîkê di meha remezanê da jî dixebitin.

Karkerên demsalî li taxên Beşaslan, Kuşakli û Bukulmezê yên Reyhanliya navçeya Hatayê di konan da dimînin, serê sibê şeveqê diçin zeviyan û dixebitin.

Di meha remezanê da jî xebata karkeran a li deşta Amîkê dewam dike.

Huseyin Elmasê 45 salî yê ji Şanliurfayê hatiye daxuyand ew her sal tên Hatayê ku pîvazan berhev bikin, paşê ew ê biçin Anadoluya Navîn.

Elmas got ew di remezanê da jî dixebitin û wiha axivî: "Ewil em pîvazan derdixin, paqij dikin, wek sê cure em vediqetînin û dixin çewalan ku ji bo firotanê amade bin. Em di remezanê da zehmetiyê dikşînin. Ji bo kar nîvco nemîne hin caran em fitara xwe li zeviyan vedikin."

Ji karkeran Alî Urgel jî got ew ê li Hatayê 3 mehan pîvazan berhev bike û wiha dewam kir: "Di remezanê da xebat zehmet be jî em rojiya xwe digirin. Min tu carê dev ji rojiya xwe berneda. Em serê sibê dest bi kar dikin, xebata me heta wextê fitarê dewam dike."

"Sibê şeveqê karê me dest pê dike"

Karker Buşra Elmasa 19 salî jî got ew bi birayê xwe ra ji Şanliurfayê hatiye xebatê.

Elmasê got ji ber ku dê û bavên wê kal û pîr in û rojiyê digirin ew îsal nehatine kar û wiha axivî: "Her sal em 6 mehan li vir dimînin. Em diçin bajarên din jî pîvazan berhev dikin. Sibê şeveqê karê me dest pê dike. Di meha remezanê da xebata li zeviyê zehmet e, lê ji ber ku em mecbur in, em dixebitin. Li vir hin hevalên me yên him dixebitin û him jî rojiyê digirin hene. Hin caran ji ber ku karê me dereng diqede em xwarina xwe li vir çêdikin û dixwin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE