Li Deşta Arabanê berhevkirina îsota sor dest pê kir

Serokê Odeya Ziraetê ya Arabanê Hasan Altun ji rojnamegeran ra got ku îsota ku li herêmê çêdibe, jê salçe, tirşîn û îsota hûr tê çêkirin, her wiha wekî aprax tê xebitandin.

Li Deşta Arabanê berhevkirina îsota sor dest pê kir

 Li Deşta Arabanê berhevkirina îsotên sor ên ku li ser 3 hezar donimî hatine danîn, dest pê kir.

Serokê Odeya Ziraetê ya Arabanê Hasan Altun ji rojnamegeran ra got ku îsota ku li herêmê çêdibe, jê salçe, tirşîn û îsota hûr tê çêkirin, her wiha wekî aprax tê xebitandin.

Altun got ku berhevkirina îsotên îsal bi xêr be û îsal li ser 3 hezar donimî îsotên sor hat danîn.

Altun diyar kir ku kîloya îsotan li ser erazî bi 3 lireyî tê firotin û wiha dewam kir, "Îsal hilberîner ji xêr û bereketê razî ne. Em li bendê ne ku ji donimekî nêzî 4 tonî îsot were."

Ji hilberîneran Îsmaîl Avşar jî got ku wan li ser 300 donimî îsot daniye û îsotên wan wê bibin îsota hûr. Avşar got ku ew îsal ji xêr û bereket û bihayê îsotan razî ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE