Li Arabana navçeya Gazîantebê cotkaran tovê pembû reşand.
Serokê Odeya Ziraetê ya Arabanê Hasan Altun li ser zeviyên ku tovê pembû lê hat reşandin, geriya û ji rojnamegeran ra got ku ji salên dûr û dirêj vir va pembû tê danîn.
Altun daxuyand, piştî amadekariyan tovên pembû hatin reşandin û wiha dewam kir, "Li navçeya me ya Arabanê îsal li ser nêzî 24 hezar donimî pembû tê danîn. Di berhevkirina pembûyên îsal da em li bendê ne ku serê donimê 500-550 kîlo pembû hildin. Bi destûra Xwedê em îsal li benda 14 hezar ton pembû ne. Xwedê bereketê bide qezenca cotkarên me."AA