Li Erebana navçeya Gazîentabê dest bi çinîna garisên silajê kirin.
Li Deşta Erebanê ya lê gelek dexl û den hêşin dibe cotkar garisê silajê diçinin. Rekolteya garisê silajê bi bereketa xwe cotkar kêfxweş kirin.
Hasan Altunê Serokê Odeya Zîraetê ya Erebanê diyar kir ku ji gelek herêmên welêt heywandar eleqeyê nîşanî garisê silajê yê Erebanê didin.
Altun destnîşan kir ku garisê silajê tevkariyeke mezin dide heywandaran û wiha pê da çû:
"Em îsal ji qelîte û rekolteya garisê silajê menûn in. Ber û bereketa rekolteya îsal cotkarên me kêfxweş kir. Beriya çinînê bazirgan û heywandar hatin bajêr li zeviyê garisê silajê kirîn û ew ê bibin çêwligên li çar aliyên welêt û bidin heywanên xwe."
AA