Li deşta Islahiyeyê berhevkirina "zêrê sor" dest pê kir

Li Islahiyeya navçeya Gazîentabê berhevkirina îsota ku li herêmê bi navê "zêrê sor" tê zanîn dest pê kir

Li deşta Islahiyeyê berhevkirina "zêrê sor" dest pê kir

 Li Islahiyeya navçeya Gazîentabê berhevkirina îsota ku li herêmê bi navê "zêrê sor" tê zanîn dest pê kir.  

Îsotê ku li ser 12 hezar donîm hatibû çandin niha tê berhevkirin. Îsot ji hêla karkeran va tê komkirin û bar dikin kamyonan û dişînin 26 tesîsên li navenda navçeyê. 

Îsot piştî tên hûrkirin ji wir dişînin bajarên derûdor û welatên din. Berhevkirina îsotan wê heta meha mijdarê dewam bike. 

Serokê Odeya Zîraetê yê Islahiyeyê Mehmet Kose daxuyani da rojnamevanan û got ku li Gazîentabê bê îsot xwarin nabe û wiha axivî: "Îsota Islahiyeyê bi tehma xwe navdar e. Îsal li gor texmînan em ê qasî 20 ton îsotê berhev bikin."

Kose got ku bihayê îsotê îsal hê teqez eşkere nebûye û divê bikêr li gorî mesrefê bihayekê bidin. Kose diyar kir ku eger piştgiriyê bidin wan ew ê zêdetir îsotê biçînin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE