Piştî ku dinya germ bû, li Deşta Mûşê ajotina silq, nok û guleberojan dest pê kir.
Karker her roj bi berbangê ra berê xwe didin zeviyên bi ber û bereket ên Deşta Mûşê û heta êvarê çapeyê dikin.
Karker Fehmî Koç ê ku ji Çermûka Diyarbekirê hatiye Deşta Mûşê, ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew zeviyên silqan, çape dikin.
Koç bal kişand ku ew li pey nanê xwe ne û wiha dewam kir, "Em neçar in bixebitin. Em 40 rojan li vir dixebitin û pey ra em diçin Adapazariyê berhevkirina findiqan. Wekî karkerên demsalî, debara me, xebata me ya zeviyan e. Em salê 6 mehan dixebitin. Dahateke me ye din tuneye. Ji bo karkeriya çapeyê em 450 kes hatin Mûşê."
Kerîme Koça diya 4 zarokan jî diyar kir ku ew ê heta 20ê Hezîranê di zeviya silqan da çapeyê bikin û wiha got, "Em ji bo pereyê nanê xwe tên Mûşê. Wekî jin em bêtir dibetilin. Lewra em şixulên malê jî dikin."
AA