Li dibistanan perwerdeya rû bi rû wê di 21ê îlonê da dest pê bike

Selçuk li wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser sala 2020-2021ê ya Perwerde û Hîndekariyê daxuyanî da.

Li dibistanan perwerdeya rû bi rû wê di 21ê îlonê da dest pê bike

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ragihand ku sala hîndekarî û perwerdeyê ya nû wê di 31ê tebaxê da bi perwerdeya dûr va dest pê bike, perwerdeya rû bi rû wê ji 21ê îlonê pê va bi merhale û jimareke kêmkirî dest pê bike.

Selçuk li wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser sala 2020-2021ê ya Perwerde û Hîndekariyê daxuyanî da.

Ziya Selçuk diyar kir ku di encama biryarên pêşniyaz ên Lijneya Zanistî da dibistan wê bi modeleke bi merhale û jimareke kêmkirî dest bi sala 2020-2021ê ya Perwerde û Hîndekariyê dest pê bike û wiha dewam kir:

"Li gor vê em di 31ê tebaxa 2020î da dibistanan bi perwerdeya dûr va vedikin. Li gor pêşniyaza Lijneya Zanistî me biryar da ku perwerdeya rû bi rû wê di 21ê îlonê da dest pê bike. Dibistanên taybet heke bixwazin, dikarin di 17ê tebaxê roja duşemê bi amûrên perwerdeya dûr va dest bi perwerdeyê bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE