Li dibistanan projeya sifir bermayiyê

Ziya Selçuk û Murat Kurum li xebatên xwendekaran nêrîn

Li dibistanan projeya sifir bermayiyê

Projeya sifir bermayiyê herku diçe berbelav dibe. Li enqereyê gelek dibistan derbasî vê sîstemê bûn. Wezîrê perwerdeyê ziya selçuk û wezîrê jîngeh û bajarvaniyê murat kurum çûn dibistana seretayî ya mehmet akif înan a ku sîstem tê meşandin.

Projeya sifir bermayiyê li gelek dibistanên Enqereyê ket rewacê.

Yek ji wan deran jî dibistana seretayî ya Mehmet Akif İnan e.

Wezîrê perwerdeyê Ziya Selçuk û wezîrê jîngeh û bajarvaniyê Murat Kurum ligel xwendekaran civiyan.

Wezîr Selçuk derbarê sêwirandina alavên bermayiyê de ji xwendekaran agahî stand.

Piştre Ziya Selçuk û Murat Kurum çûn hewşa dibistanê û li xebatên sifir bermayiyê yên xwendekaran nêrîn.

Xwendekaran jî behsa projeyên xwe kir.

Bermayî cuda cuda hatin avêtin makineyên kompostê.

Piştre gubre avêtin binê kulîlkan.

Di dawiyê de dor hate Navenda Komkirina Bermayiyan a li bexçeyê dibistanê.

Xwendekaran bermayiyên cam, plastîk û hesin avêtin qutiya veguherînê.

Ji bo bermayiyan 25 qiruş girtin.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE