Li dijî ekîba AAyê ya li Girava Meisê ya Yewnanistanê tehdîda skandal

Xebatkarên Nûnertiya AAyê li Atînayê ku ji bo xebata nûçeyê li Girava Meis a Yewnanistanê ne, ji ser malpereke Yûnan a nijadperest navên wan hat parvekirin û hatin tehdîdkirin

Li dijî ekîba AAyê ya li Girava Meisê ya Yewnanistanê tehdîda skandal

Xebatkarên Nûnertiya Ajansa Anadoluyê (AA) li Atînayê ku ji bo xebata nûçeyê li Girava Meisê ya Yewnanistanê ne, ji ser malpereke Yûnan a nijadperest a dijminê Tirkiyeyê bi sîxuriyê hatin tawanbarkirin û tehdîdkirin.

Nûnerê AAyê li Atînayê Tevfik Durul û fotonûçegihan Ayhan Mehmet duh ji paytextê Yewnanistanê bi balafirê çûn Girava Rodosê û ji wir jî bi keştiyê derbasî Girava Meisê bûn.

Piştî ku ekîba AAyê gihişt Girava Meisê û çend saet şûnda malpera Yûnan a nijadperest a dijî Tirkiyeyê, Turkikanea.gr metnekî provokatîf weşand. Di metnê da îfadeyên tûjkirinê yên wekî "Em çima destûr didin ku ajanên MÎTê yên welatiyên Tirk biçin Meisê? Me çima îzin da wan ku biçin giravê? Ma em dizanin ka ev ajanên MÎTê dixwazin çi bikin? Em hêvîdar in peywirdar çi pêwîst dike dê bikin!" hatin emilandin.

Wêneya rûpela nasnameya pasaportê Nûnerê AAyê li Atînayê Tevfik Durul ku bi tenê li cem meqamên Yewnan e, di malpera nijadperest da hat parvekirin.

Tê çaverêkirin ku meqamên Yewnan daxuyaniyê bidin ka malpera nijadperest ew agahî çawa bi dest xist ku gava Durul di rê da bû parve nekir, lêbelê gava gihîşt giravê parve kir.

Di parvekirina nijadperest da ciyê jidayîkbûna fotonûçegihanê AAyê Ayhan Mehmet jî hat parvekirin.

- Kazanci: "Meqamên Yewnan divê ewlekariya wan pêk bîne"

Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanc di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê da ev parvekirina malpera nijadperest a Yewnan şermezar kir û wiha got, "Du rojnamegerên ku ji bo şopandina nûçeyê çûn giravê wekî hedef hatin nîşandan ku ev yek li dijî azadiya çapemeniyê derbeyeke giran e."

Kazanci bal kişand ku mîna her derê dinyayê, nûçegihanên AAyê ji bo şopandina rojeva germ çûn Girava Meisê û wiha dewam kir, "Meqamên Yewnan divê ewlekariya wan pêk bîne. Em li bendê ne ku rêveberiya Atînayê daxuyaniyekê bide û lêborîna xwe bixwaze ka ev agahiyên ku divê bi tenê cem meqamên Yewnan bin, çawa hatin parvekirin."

Serokê Ragihandinê Altun:
 "Hûn ê berdêla wê bidin"

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun jî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku meqamên Yewnan, xebatkarên AAyê yên ku li Girava Meisê peywirê dikin, bi destê malpereke faşît tehdîd kirin.

Altun bal kişand ku li Tirkiyeya ku dixwazin dersa azadiya çapemeniyê bidinê, rojnamagerên Yewnan bi dilê xwe dixebitin û wiha dewam kir, "Lê ciyê lêfikirînê ye ku endamekî NYyê mîna dewleteke mafyayê tevdigere. Ez ji vê derê bangî meqamên Yewnan dikim: Tiştek bi wan hevalên me yên rojnameger were, hûn ê berdêla wê bidin. Ajansa Anadoluyê ku di şertên herî giran da jî peywira rojnamegeriyê tîne cih, bi tehdîdkirin, hedefnîşandan û parvekirina agahiyên wê va nayê bêdengkirin û ev yek ji destê kesî jî nayê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE