Li Tûşbaya Wanê, li dijî karkeriya zarokan konferansek hat lidrxistin. Di konferansê de li ser sedem û çareseriyên şixulandina zarokan hat axaftin.
Li Tûşbaya Wanê bi hevkariya Şaredarî, Zanîngeh û Midûriyeta Perwerdeyê derbarê “karkeriya zarokan” de konferansek hat lidarxistin.
Di konferansê de li ser sedem û çareseriya vê pirsgirêka girîng hat axaftin.
Doçent Dixtor Suat Parin derheqê mijarê de got: “Çareseriya ewil malbat e, divê em xwedî li zarokên xwe derkevin û wan bidin xwendin.”
Şaredarê Tûşbayê Fevzi Özgökçe li ser armanca konferansê wiha got: “Derdê me, zarokên me û pêşeroja wan e.”
Xelkê Tuşbayê jî dibêje: “Ji bo ev pirsgirêk xilas be divê şaredarî û saziyên din piştgirîyê bidin zarok û malbatan.”