Li dijî keysperestan kontrol tên kirin

Li Diyarbekirê li hemberî îstifker û keysperestan kontrol zêde bûn.

Li dijî keysperestan kontrol tên kirin

Stokkar û keyspereset bi nanê gel dileyîzin. Xurekê ku ne girêdayê dowîzan e jî biha bûn. Li dijî keysperestan li 81 bajran kontrol dest pê kirin. Li kesên ku bi bihayên zêde tiştan difiroşin cezayên giran tên birîn.

Serok Recep Tayyip Erdogan li dijî keysperestan got: “Em ê dest deynin ser malên wan kesên ku bi stokê bihayan zêde dikin û piyasê jehr dikin. Got em ê ji wan hesap bipirsin”.

Piştî berteka serok Erdogan, wezareta bazirganiyê ji bo kontrolkirinê ji 81 walitiyan re talîmatname şand.

Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Bazirganiyê li hemberê keysperastan têkoşîneke mezin da destpêkirin. Li bajarê Amedê jî kontrol zêde bûn.

Zabitayên Şaredariya Rezan li marketên zincîr ên xwecihî û supermarketan kontrola bihayên kelûpelên zexîreyê kir.

Bihayên reyonên zerzewat, fêkî û xurekan û fatûrê yek bi yek hatin kontrolkirin.

Tîmên zabitayan di kontrolan de heta 50 hezar lîreyî ceza dide îstifker û keysperesetan.

Welatî ji ber girankirina bihayên tiştan dikarin li alo 153 û alo 175ê bigerin û gilî bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE