Li dijî pêkhateya FETOyê ya di nava TSKyê da operasyon

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê da ji bo 36 berşikên ku 22 jê muwezef in biryara binçavkirinê hat derxistin...

Li dijî pêkhateya FETOyê ya di nava TSKyê da operasyon

Îzmir navend li 18 parêzgehan di lêpirsîna pêkhateya veşartî ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di nava Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) da ji bo 36 berşikên ku 22 jê muwezef in biryara binçavkirinê hat derxistin.

Lêpirsînên Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê yên dijî pêkhateya FETOyê di nava artêşê da berdewam in.

Di vê çarçoveyê da ji bo destgîrkirina 36 berşikan ku hat tesbîtkirin di nava Hêzên Deryayî, Asîmanî û Bejayî û herwiha Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê da xwe rêxistin kirine û di nava artêşê da fealiyet meşandine, digel "îmamên veşartî" yên rêxistinê peywendî danîne ku 22 jê muwezef in, biryara binçavkirinê hat derxistin.

Ji bo destgîrkirina berşikan, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Îzmirê, Îzmir navend li 18 parêzgehan operasyon dan destpêkirin.

Dîroka nûkirinê: 25 Hezîran 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE