Li dijî PKK’ê danezana hevpar

Êrîşa ku 5 karkerên daristanê şehîd ketin, bi danezaneke hevpar hat şermezarkirin.

Li dijî PKK’ê danezana hevpar

Li Kulpa Diyarbekirê terorîstên pkk’yî 5 karkerên daristanê şehîd kirin. Akademîsyen, sendîqayî, rojnameger û hiqûqnas jî tê de 51 kesan bi daxuyaniyeke hevpar teror şermezar kir.

Mirovahî li dijî vîrûsê micadele dide, lê rêxistina terorî PKK hêj jî êrîşî mirovan dike.

Li Kulpa Diyarbekirê terorîstên PKK’yî 5 karkerên daristanê şehîd kirin. Akademîsyen, sendîqayî, rojnameger û hiqûqnas jî tê de 51 kesî li dijî rêxistina terorî danezaneke hevpar weşand û teror şermezar kirin.

Ji Zanîngeha Yeditepeyê Prof. Dr. Mesut Hakki Caşin êrîş ji TRT Xeberê re nirxand.

Prof. Dr. Mesut Hakki Caşin: Rêxistina terorî li gorî min ji koronayê xirabtir e. neyarê herî mezin ê gelê kurd û tirk e. şewb e, mîkrob e û bi tu awayî jî derbas nabe. di nav axên Turkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de pêlîstokê mîhrakên derve ye. tu baweriyeke wan a pîroz tune, çeteyeke hov e.

Pisporê xebatê Tarkan Zengin û Zanistê Siyasî Dr. Murat Yilmaz jî bi hevre dest bi kampanyaya îmzeyê kirin. Kampanyayê elaqeyeke mezin dît.

Serokê Giştî yê Memur-Sen’ê Ali Yalçin, Rektorê Zanîngeha Niğde Ömer Halisdemir Prof. Dr. Muhsin Kar, Rektorê Zanîngeha Anadoluyê Porf. Şafak Ertan Çomakli û Rektorê Aksarayê Prof. Dr. Yusuf Şahîn jî tê de 51 kesî derheqê êrîşê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin hemû cihan li dijî Kovid-19ê têkoşîneke mezin dide, lê rêxistina terorî ya kambax hêj jî êrîşî mirovan dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin “Li hemû cihanê û welatê me ji bo selametiya mirovan kedeke mezin tê dayîn û piştgiriyeke mezin tê dayîn xebatkarên tenduristiyê. Lê rêxistina terorî PKK hê jî êrîşî kedkar û sîvlan dike.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE