Li dijî pkk’ê daxuyaniya hevpar

Li dijî êrîşên rêxistina terorî pkk’ê yên li Diyarbekirê, welatî aciziyên xwe nîşan didin. nûnerên sendîqayan, akademîsyen, rojnameger û nivîskaran danezaneke hevpar parve kir.

Li dijî pkk’ê daxuyaniya hevpar

Li dijî êrîşên rêxistina terorî pkk’ê yên li Diyarbekirê, welatî aciziyên xwe nîşan didin. nûnerên sendîqayan, akademîsyen, rojnameger û nivîskaran danezaneke hevpar parve kir. di danezanê de bal kişandin ser êrîşên pkk’ê yên li dijî sivilan û hat gotin ku ev yek ji bo çavtirsandina dayikên diyabekirî ye.

Rêxistina terorî PKK’ê rûyê xwe yê qirêj li Diyarbekirê nîşan da.

Bi teqemeniya destan êrîşî wesaita ku tê de karkerên daristanê hebûn kirin, 7 kes şehîd ketin, 10 kes jî birîndar bûn.

Sendîkayên tevî Memur-Sen û Hak-İş’ê ligel akademîsyen, rojnameger û nivîskaran bi danezaneke hevpar bertekên xwe nîşan dan û gotin “êdî bes e.”

JI DANEZANA HEVPAR A LI DIJÎ PKK’Ê

“em dixwazin terora ku nahêle mafê jiyan û xebatê hebe bi dawî bibe. tundiya li ser mamoste, sivîl, siyasetmedar, bendav û xebatkarên riyan, perwerdekar û xebatkarên tenduristiyê ne tenê kesên ku rastî tundiyê tên, her wiha tevahiya gelê me jî dike hedef. em komkujiyên li ser sivîlan ên rêxistina terorî pkk’ê şermezar dikin.”

Hat gotin armanca komkujiyê ew e ku dayikên li ber avahiya HDP’ê bitirsînin, rêxistinên Navneteweyî yên Sendîqal, Saziyên Yekitiya Ewropayê, Sefaret û saziyên mafên mirovan ku li welatê me di her mijarê de şîroveyan dikin; lê qetlîaman binpê dikin û nabînin. Em vê helwesta wan şarmezar dikin.

JI DANEZANA HEVPAR A LI DIJÎ PKK’Ê

“em ji vê derê dixwazin vê bibêjin, divê sendîkayên ku demokrasî û mafên mirovan diparêzin, baro, rêxistinên pîşeyî, partiyên siyasî, akademîsyen, rojnameger, hunermend, lîstikvan û rêxistinên mafên mirovan jî tê de li dijî pkk’ê û qetlîamên wê bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin û gavên berbiçav biavêjin.”

Her kesê ku li Tirkiyê dixwaze di refah, aştî û azadiyê de bijî divê li dijî qetlîamên PKK’ê dengê xwe bilind bike.

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2019, 13:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE