Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku di çarçoveya "Operasyona Qiranê" da 8 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku di operasyona li çil û çiyayên Şemzînana navçeya Hekariyê tê kirin da 5 terorîstên din jî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di çarçoveya Operasyona Qiranê da Midûriyeta Ewlekariya Bajêr û Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li çiyayên Şemzînana navçeya Hekariyê operasyon kirin û 5 terorîstên din jî hatin berterefkirin. Bi vî awayî di Operasyona Qiranê ya li çiyayên Şemzînana navçeya Hekariyê da hetanî nika 8 terorîst hatin berterefkirin. Li herêmê operasyon dewam dikin."
AA