Li dijî rêxistinên sûcê operasyona "Tumorê" hat destpêkirin

Li dijî rêxistinên sûcê operasyona "Tumorê" hat destpêkirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand, bi kordînasyona Serokatiya Daîreya Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê li 24 parêzgehan operasyona Tumorê hat destpêkirin da ku 284 berşikên der heqê wan da bi hinceta endametiya rêxistina sûcê biryara binçavkirinê hat dayîn, bên desteserkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat bibîrxistin ku par bi kordînasyona Serokatiya Daîreya Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên sûcê da li 8 parêzgehan operasyona "Bayê Qeraxê", li 9 parêzgehan operasyona "Bayê Qeraxê-2", li 30 parêzgehan operasyona "Tirpanê" û di meha nîsanê da jî li 16 parêzgehan operasyona "Musîlajê" hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku têkoşîna dijî van rêxistinê didome û di vê çarçoveya da li 24 parêzgehan ji bo binçavkirina 284 berşikên ku serdozgeriyên komarê der heqê wan da biryara binçavkirinê derxist, bi awayekî hevdem operasyona bi navê "Tumorê" hat lidarxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE