Li dijî şaxa FETOyê ya Hêzên Esmanî lêpirsîn

Li 18 bajarên ku navend Enqere ye di çarçoveya lêpirsîna FETOyê ya li şaxa wê ya Hêzên Esmanî da ji bo 36 gumanbaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li dijî şaxa FETOyê ya Hêzên Esmanî lêpirsîn

Li 18 bajarên ku navend Enqere ye di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya li şaxa wê ya Hêzên Esmanî da ji bo 36 gumanbaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat hildan, der heqê 33 jê ustegmen, 3 jê tegmen, bi tevahî 36 kesên ku personelê Fermandariya Hêzên Esmanî ne û bi meleyên mehrem ên rêxistinê ra axaftina wan a bitêlefona ankesor hat tesbîtkirin da lêpirsînê dest pê kir.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze ya Midûriya Emniyeta Enqereyê bi telîmata dozgeriyê va Enqere wek navend li 18 bajaran operasyonê dikin ku gumanbaran bigrin. Ji gumanbaran 9 kes pîlotên berê ne.

Hat gotin ku operasyon dewam dikin, kesên binçavkirî jî wê ji bo îfadeyê bînin Enqereyê.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2018, 11:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE