Xwendekar hema bêjin ev bû salek e naçin dibistanê û ji dûr ve tevlî dersan dibin. Li aliyekî jî qedexe hene û bîna wan gelek teng bûye. Xwendekar ji bo mijûliya xwe pê bînin serî li hin riyan didin. Xwendekarên Kızıltepeya Mardinê jî ji bo ji stresa şewbê xilas bibin û bîna wan hinek firh bibe lêdana amûrên muzîkê hîn dibin.
Hin li tembûrê didin, hin li kemanê hin jî li defê.
Ji ber tevdîrên vîrûsa koronayê xwendekar û mamoste nikarin biçin dibistanê.
Xwendekar ji hevalên xwe dûr in, ji bo ku qedexe jî hene li malê jî aciz dibin û dikevin stresê.
Xwendekarên Qoserî ji bo çareseriya vê hînî lêdana amûrên muzîkê dibin.
Mamsoteyê wan jî Tajdîn Karaca ye û ev gelek sal in perwerdehiya muzîkê dide.
Ciwanên Qoserî dibêjin bi van dersan û muzîkê bîna me fireh dibe. Bangî hemû hevalên xwe dikin ku bi tiştekî wisa re mijûl bibin.