Li Şanliurfayê li ber gol, çem, qenal û rûbaran bi 4 zimanan lewheyên hişyardanîna ji bo xetereya xenîqîna di avê de hatin daleqandin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariyê, ekîbên Rêveberiya Şaxa Veguhastina Avên Navxweyî ya girêdayî Serokatiya Daîreya Veguhastinê, li dijî xetereya xeniqînê li qadên ku qenalên avdanê, gol, rûbar û çem li wan in lewhe danîn.
Di vê çarçoveyê de ekîban li qadên bendav, gol, rûbar û qenal li wan hene ku welatî bi mebesta xwe hênikkirin û seyranê diçin wan, lewheyên li ser wan bi zimanên weke Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî "Ketina Avê Xetere û Qedexe ye" nivîsandî, danîn.
Bi vê mebestê li perava Rûbarê Feratê, Wadiya Takorana Sêwregê, qada parkê ya Pira Nîssîbiyê, herêma Tesîsên Civakî ya Çatak Bozovayê û rêyên peravî yên li Xelfetî û Bêrecûkê bi mebesta hişyarî dana welatiyan lewhe hatin danîn.
AA