Li dijî xwendekarên Dibistana Cenga Bejayî ya berê operasyon: 22 binçavkirin

Eşkere bû ku beyanên poşmaniya bibandor ên berşikan hene û peywendiya wan ji ser têlefonên bufeyan û xetên biankesor va bi berpirsên rêxistinê ra heye û ev ket raporên analîzê jî

Li dijî xwendekarên Dibistana Cenga Bejayî ya berê operasyon: 22 binçavkirin

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 22 berşikên xwendekarên Dibistana Cenga Bejayî ku hat girtin, hatin binçavkirin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê wergirt, ji 42 berşikên xwendekarên Dibistana Cenga Bejayî ya berê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya dijî FETO/PDYyê da ji bo wan biryara binçavkirinê hat derxistin, 22 jê bi operasyona Şaxa Dijî Terorê û Şaxa Îstixbaratê yên Ewlekariya Enqereyê hatin binçavkirin.

Eşkere bû ku beyanên poşmaniya bibandor ên berşikan hene ku di FETO/PDYyê da fealiyet meşandine û peywendiya wan ji ser têlefonên bufeyan û xetên biankesor va bi berpirsên rêxistinê ra heye û ev ket raporên analîzê jî. Her wiha lêpirsîn bi berfirehî dewam dike ka ev berşik halê hazir jî di nava fealiyetên rêxistinê da ne an na.

Berşik piştî kontrola tenduristiyê birin ewlekariyê.

Xebatên destgîrkirina berşikên ne li navnîşanên xwe jî didomin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE