Serê sibê li nexweşxaneya dewletê ya Îdlê şewat derket. Baş e ku di şewatê de tu tişt bi tu kesî nehat.
Li Hezexa Şirnakê, serê sibê agir bi Nexweşxaneya Dewletê ket.
Hat ragihandin ku agir bi banê nexweşxaneyê ketiye ji wir derbasî qata xwaringehê jî bûye.
Personelên ku di van qatan de dixebitîn demildest hatin tehliyekirin.
Her wiha ji bo ku nexweş zirarê nebînin sewqî beşa lezgîn hatin kirin.