Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) nexweş ketin û paşê baş bûn ji 42 milyonî derbas bû.
Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê 42 milyon û 31 hezar û 578 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.
Li 3 welatên ku herî zêde welatiyên wan bi vîrusê ketin di heman demê da bûn ew welatên ku nexweşên wan zêde pak bûne jî.
Li Hindistanê 8 milyon û 679 hezar û 138 kes, li Amerîkayê 7 milyon û 805 hezar û 280 kes û li Brezîlyayê 5 milyon û 512 hezar û 847 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.
Li Rûsyayê milyonek û 660 hezar û 419 kes, li Arjantînê milyonek û 217 hezar û 217 kes û li Kolombiyayê milyonek û 174 hezar û 959 kes baş bûn.
Li Turkiyeyê jî ji 23yê mijdarê pê va 385 hezar û 480 kes baş bûn.
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê belav bû ketin ji 60 milyon û 700 hezarî derbas bû û milyonek û 426 hezar û 834an zêdetir kes jî ji ber vîrusê mirin.
Li tevahiya dinyayê 7 milyon û 262 hezar û 89 kesên bi vîrusê ketine û tedawiya wan dewam dike hene.AA