Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) mirin ji 16 hezar û 500î derbas bû.
Li ser malpera "Worldometer"a agahiyên welat û herêmên lê Kovîd-19 hat dîtin berhev dike hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin wekî 16 hezar û 558 hat rojanekirin.
Li gor daneyan, di nav welatan da ji ber Kovîd-19ê herî zêde meriv li Îtalyayê mirin û hejmara mriyan derkete 6 hezar û 77 kesan.
Piştî Îtalyayê herî zêde meriv li Çîna ku Kovîd-19 lê derketibû mirin û hejmara wan jî derkete 3 hezar û 277 kesan.
Welatê di rêza 3yan da cî girt jî Îspanya ye û li vê derê jî 2 hezar û 311 kes mirin.
Welatê di rêza 4an da cî girt jî Îran e û lê 1812 kes mirin.AA