Li dinyayê hejmara kesên ji vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) filitîn ji 14 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldmeter"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li seranserê dinyayê 14 milyon û 42 hezar û 576 kesên bi vîrusê ketibûn pak bûn.
Welatên ku herî zêde nexweşên lê pak bûn li gor rêzê wiha ne:
Amerîka (2 milyon û 856 hezar û 320), Brezîlya (2 milyon û 356 hezar û 640), Hindistan (milyonek û 807 hezar û 556), Rûsya (722 hezar û 964), Afrîkaya Başûr (437 hezar û 617), Şîlî (355 hezar û 37), Peru (348 hezar û 6), Meksîka (341 hezar û 507), Îran (293 hezar û 811), Pakistan (265 hezar û 215), Erebistana Siûdî (262 hezar û 959) û Kolombiya (250 hezar û 494).
Li Tirkiyeyê hejmara kesên rind bûn jî derkete 228 hezar û 980yî.
Kovîd-19a li Çînê derket holê ji 200î zêdetir herêm û welatî belav bû û bû pandemî.
Li dinyayê 21 milyon û 240 hezar û 915 kes bi vîrusê ketin û ji ber vîrusê 760 hezar û 320 kes mirin.
AA