Li tevahiya dinyayê heta niha ji 4 milyar û 660 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.
Li gor malpera "Ourworldindata.org"ê ku daneyên ser aşiya Kovîd-19ê berhev dike, Çîn bi milyarek û 840 milyon dozî va bûye welatê ku heta niha herî zêde aşî lê hatiye lêxistin, pey Çînê; bi 536 milyon û 190 hezarî va Hindistan, bi 354 milyon û 780 hezarî va Amerîka, bi 160 milyon û 60 hezarî va Brezîlya, bi 108 milyon û 180 hezarî va Japonya, bi 96 milyon û 850 hezarî va Almanya, bi 87 milyon û 420 hezarî va Îngiltere, bi 82 milyon û 920 hezarî va Tirkiye, bi 79 milyon û 840 hezarî va Fransa, bi 79 milyon û 50 hezarî va Endonezya, bi 75 milyon û 780 hezarî va Meksîka, bi 73 milyon û 590 hezarî va Îtalya, bi 71 milyon û 30 hezarî va Rûsya, bi 60 milyon û 920 hezarî va Îspanya û 51 milyon û 290 hezarî va jî Kanada tê.
Li tevahiya dinyayê heta niha ji 4 milyar û 660 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.
- Tirkiye di nav welatên lê aşî tê lêxistin da di rêza 8emîn da ye
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê hetanî niha 82 milyon û 920 hezar û 25 doz aşiya Kovîd-19ê li welatiyan xistin.
Tirkiye li gor hejmara aşiya hat lêxistin li dinyayê ket rêza 8an. 43 milyon û 804 hezar û 121 kesan doza ewil li xwe xistiye, 32 milyon û 575 hezar û 882 kesan jî her du doz li xwe xistine.
AA