Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 36 milyon û 754 hezarî derbas bû

Jimara pêketiyan derket 36 milyon û 754 hezar û 281ê, 27 milyon û 667 hezar û 833 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn. Li ser rûyê dinyayê 8 milyon û 19 hezar û 588 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 36 milyon û 754 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 36 milyon û 754 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 66 hezar û 860 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 36 milyon û 754 hezar û 281ê, 27 milyon û 667 hezar û 833 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn. Li ser rûyê dinyayê 8 milyon û 19 hezar û 588 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 833 hezar û 763yan û ji ber şewbê heta niha 217 hezar û 738 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (6 milyon û 906 hezar û 151), Brezîlya (5 milyon û 29 hezar û 539), Rûsya (milyonek û 260 hezar û 112), Kolombiya (886 hezar û 179), Îspanya (884 hezar û 381), Arjantîn (856 hezar û 369), Perû (838 hezar û 614), Meksîka (804 hezar û 488), Afrîkaya Başûr (686 hezar û 891), Fransa (671 hezar û 638), Îngiltere (561 hezar û 815), Îran (488 hezar û 236), Şîlî (476 hezar û 16), Iraq (394 hezar û 566), Bangladeş (374 hezar û 592), Îtalya (338 hezar û 398), Erebîstana Siûdî (338 hezar û 132), Filipîn (331 hezar û 869), Tirkiye (330 hezar û 753), Endonezya (320 hezar û 564), Pakistan (317 hezar û 595) û Almanya (315 hezar û514)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe wiha ne: 

"Brezîlya (149 hezar û 34), Hindistan (106 hezar û 521), Meksîka (83 hezar û 96), Îngiltere (42 hezar û 592), Îtalya (36 hezar û 83), Perû (33 hezar û 98), Îspanya (32 hezar û 688), Fransa (32 hezar û 521), Îran (27 hezar û 888), Kolombiya (27 hezar û 331), Arjantîn (22 hezar û 710), Rûsya (22 hezar û 56), Afrîkaya Başûr (17 hezar û 408), Şîlî (13 hezar û 167), Ekvador (12 hezar û 141), Endonezya (11 hezar û 580) û Belçika (10 hezar û 126)."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE