Li Îdirê projeya ji bo astengdaran

Astengdar rojên Çarşemê bi hev re sporê dikin

Li Îdirê projeya ji bo astengdaran

Li Îdirê, Wezareta Spor û Ciwaniyê ji bo welatiyên astengdar projeyek da destpêkirin. di çarçoveya projeyê de her çarşem ji bo astengdaran çalakî tên lidarxistin.

Wezareta Spor û Ciwaniyê ji bo astengdaran li seranserê welêt projeyek da destpêkirin.

Li Îdirê jî bi Projeya Çarşema Kêfxweşiyê astengdar her hefte rojên çarşemê tên ba hev.

Di Salona Sporê ya Îdirê de mamosteyên pispor, di branşên xwe de bi astengdaran re sporê dikin.

“Wezareta Spor û Ciwaniyê ev proje da destpêkirin. em jî bi dilxwazî tevlî vê projeyê bûn. hevalên ku beşdarî çalakiya me bûn pir kêfxweş in. em jî kêfxweş bûn.”

Astengdar ji vê projeyê memnûn in. Ew dibêjin em berê li malê diman û aciz dibûn.

Bi saya vê projeyê astengdar him ji malê derdikevin him jî bi sporê demên xweş derbas dikin.

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2019, 13:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE