Li Îdirê îtiraza ji bo hilbijartinê encam neguhart

Tezel rojek berê bi Serokê Navçeyê yê Navend ê MHPyê Ozcan Zorman ra serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Navendî da ku ray cardin bên jimartin.

Li Îdirê îtiraza ji bo hilbijartinê encam neguhart

 Li Îdirê li ser îtiraza namzedê Şaredariyê yê Îdirê yê MHPyê Îsa Yaşar Tezel rayên ji bo Hilbijartina Giştî ya Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê cardin hatin jimartin lê encam neguherî.

Tezel rojek berê bi Serokê Navçeyê yê Navend ê MHPyê Ozcan Zorman ra serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Navendî da ku ray cardin bên jimartin.

Li ser îtiraza Yaşar ray cardin hatin jimartin, lê encam neguherî. Namzedê Şaredariyê yê Îdirê yê HDPyê Yaşar Akkuş dîsa li gor encamên nefermî bû şaredar.

Piştî jimartina rayan hat eşkerekirin Yaşar Akkuş 22 hezar û 268 ray, Îsa Yaşar Tezelê MHPyî jî 20 hezar û 733 ray hildane.

Beriya îtirazê Akkuş ji sedî 50,10 rayan, Tezel jî ji sedî 46,68ê rayan hildabû.

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE