Li Diyadinê kelecana hilberîna mezin

Li gundê navçeyê dê ji bo derxistina zêran bi qasî 300 milyon dolar hilberîn bê kirin

Li Diyadinê kelecana hilberîna mezin

Li gundê Molakaraya Diyadina Ağrıyê, kanzaya zêran hat tespîtkirin. Ji bo derxistinê dê li deverê bi qasî 300 milyon dolar hilberîn bê kirin. Di kanzayê de dê zêdetirî hezar welatiyên herêmê bên îstîhdamkirin. Li gorî planê dê hilberîn di sala 2022an de dest pê bike.

Xwedê da gundê Molakaraya Diyadina Ağrıyê.

Lewra li nêzî gund kanzaya zêran hat tespîtkirin.

Ji bo derxistina zêran tespîtên hewce hatin kirin.

Tê gotin wê li deverê bi qasî 300 milyon dolarî hilberîn bê kirin.

Her wiha dê hezar welatiyên herêmê jî werin îstihdamkirin.

Welatiyên gund û yên navçeyê ji ber hilberînê gelek kêfxweş in.

Li gorî planê dê hilberîna zêran di sala 2022an de dest pê bike.

Tê texmînkirin ku di 10 salan de ji kanzayê bi qasî milyarek û 500 milyon dolarî zêr bê derxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE