Li Diyarbakirê, fuara kitêban a tuyapê dewam dike. Di 3 rojên ewil de nêzî 60 hezar kesî fuar ziyaret kir. Weşanxaneyên kurdî jî li pêşaneyê standên xwe vekirine û li benda xwînerên kurdî ne.
Li Diyarbekirê fuara kitêban a TÜYAP’ê dewam dike.
Îsal li gorî salên borî eleqeya xwîneran gelek zêde ye. Di 3 rojên ewil de nêzî 60 hezar kesî fuar ziyaret kir.
140 weqf û weşanxane li fuarê standên xwe vekirine.
Herwiha gelek weşanxaneyên Kurd jî beşdarî fuarê ne.
Nivîskar û weşanger ji elaqeya xelkê gelek razî ne.