Li Diyarbakirê merasîma gaza siruştî

Gelê Bismilê vê zivistanê dê xwe bi gaza siruştî germ bike...

Li Diyarbakirê merasîma gaza siruştî

Zivistan tê, lê belê ne xema xelkê Bismilê ye. lewra hikûmetê ji wan re gaza siruştî anî. li navçeyê derdê sobaya komir û êzingan bi dawî bû. bismiliyan ji ber vê xizmeta girîng spasî Serok Recep Tayyip Erdogan kirin.

Serok Recep Tayyip Erdogan, piştî siyaseta xendeqan par mizgîniya gaza siruştî da gelê Bismila Amedê.

Bi talîmata serok Erdogan li navçeya Bismilê vê carê çal ji bo xizmeta taybet hatin vedan.

Xebatên gaza siruşti bi dawî bûn û gel gihişte mirazê xwe.

Şirketa Diyargazê gaza siruştî da navçeya Bismilê. Ji bo gazdayinê merasîm hat lidarxistin.

xeynê parlamenterên AK Partiyê Mehdi Eker, Ebubekir Bal û Oya Eronat; Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Şaredar Cumali Atilla û Qeymeqamê Bismilê Suleyman Yüksel jî beşdarî merasîmê bûn.

Qurdele hat birîn û xelkê Bismilê cara ewil wê gaza sirûştî bi kar bîne.

Dîroka nûkirinê: 27 Cotmeh 2018, 15:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE