Li Diyarbakirê mînîbûs wergeriya newalê

Di qezaya li Diyarbakirê de kesek mir, 12 kes birîndar bûn...

Li Diyarbakirê mînîbûs wergeriya newalê

Li Amedê mînîbûsa penaberan wergeriya newalê. Di qezayê de kesek mir, 12 kes jî birîndar bûn.

Mînîbûsa ku ji Wanê penaber dibirin Stenbolê, li ser riya Ferqîn û Amedê ji kontrolê derket û wergeriya newalê.

Di qezayê de kesek mir, tevî zarok û jinan 12 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 4 kesan giran e.

Ajokarê mînîbûsê piştî qezayê reviya.

Piştî agahdarkirina kesên li deverê gelek tîmên cendirme û tendirustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar piştî mudaxeleya ewil a tîmên tendirustiyê hatin birin nexweşxaneyê.

Ji bo girtina ajokarê firar jî xebat hat destpêkirin.

Dîroka nûkirinê: 01 Cotmeh 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE