Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi mebesta parastin û xwedîkirina heywanên derva xebatên xwe didomîne. Ji bo pisîkên li derve di zivistanê de necemidin li park û kolanan malên pisîkan hatin avakirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo heywanên li kuçe û kolanan bêxwedî û birçî nemînin bi Şaredariya Yenîşehîrê re projeya ‘Mala Pisîkan’ li dar xist.
Malên Pisîkan ji aliyê Serokatiya Daîreya Park Baxçeyan hatin çêkirin.
Heta niha li park û kolanan 100 malên pisîkan hatin bicihkirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi mebesta hişyariya bo heywanên kuçeyan zêde bibe qodikên xwarina pisîkan datînin ber van malan.
Di van malan de bi dehan pisîk karin bihewin û zivistanê li wir derbas bikin.
Pisîkên Amedê bi vê yekê zivistanê ji sermayê havînê jî ji germê tên parastin.