Li Diyarbakirê pêşaneya tizbiyan

Eleqeya ji bo pêşaneya ‘La Hawle’yê gelekî zêde ye.

Li Diyarbakirê pêşaneya tizbiyan

Tizbî, nîşana şikur û sebrê ye. Li gelek deveran jî ji bo xweparastina ji nezerê tê bikaranîn. Li Diyarbekirê koleksiyoneke dewlemend a tizbiyan hat vekirin.

Tizbiyên ku ji amûrên cuda hatine çêkirin û bi motîfên osmanî û mewlewî hatine xemilandin hatin pêşandan.

Pêşaneya bi navê ‘La Hawle’yê cara yekem li Diyarbekirê hat vekirin.

Koleksiyonvan Mahir Turaner got, “Xelkê Diyarbekirê ji tizbiyan hez dike û eleqeyeke mezin nîşan dide. Me xwest ku em di vê pêşangehê de huner û çanda tizbiyan derxin pêş.”

Xwediyê pêşangehê Mahir Turaner derbarê berhemên xwe yên taybet de agahî da welatiyan.

Walî Mûnîr Karaloglu û evîndarên tizbiyan beşdarî pêşngeha bêhempa bûn.

Tizbiyên ku ji diranê fîl û mammot, xaç, zar û kehrîbara osmanî hatine çêkirin bala welatiyan dikişînin.

Pêşaneya taybet dê di navbera 22ê Nîsanê û 7ê Gulanê de vekirî be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE