Li Diyarbekirê 10 hezar qebrên 2 qatî tên çêkirin

Li goristanên Amedê cihê definkirinê nema, loma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi avakirina qebristaneke nû kir.

Li Diyarbekirê 10 hezar qebrên 2 qatî tên çêkirin

Li goristanên Amedê cihê definkirinê nema, loma Şaredariya Bajarê mezin dest bi avakirina qebristaneke nû kir. Li bajarê qedîm cara ewil gorên 2 qatî hatin çêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê goristananên ava dike.

Rakirina meyît, şûştin, kefen, cihê mezar û veşartin hemû ji aliyê şaredariyê ve tên kirin.

Li navenda Amedê salê nêzî 2 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dide.

Ji ber vê yekê li goristanên; Yenikoy, Şehitlik, Mardinkapi, û Alîpinarê cihê definkirinê nema.

Şaredariya Bajarê Mezin bi niha dest bi avakirina goristaneke nû kir.

Goristana nû li Baxlarê li ser 70 donimî û bi 10 hezaran mezarên ku 2 qatî ne tê avakirin.

Gelo di goristanên 2 qatî de cinaze wê çawa bên veşartin.

Xelkê Diyarbekir jî meraq dikin û tên li goristanan temaşe dikin.

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE