Li Diyarbekirê di operasyona cendirmeyan da cebilxane û 13 çek hatin qefaltin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku ji hêzên ewlehiyê ra xeber hat ku li Taxa Eryolu ya ser navçeya Sûrê ye di destê hin gumanbaran da gelek demançeyên bêruxset hene.
Di vê çarçoveyê da hêzên ewlehiyê di ser navnîşanên 4 gumanbaran da girt û 2 tivingên keleşnîkof ên Ak-47an, 9 tivingên nêçîrê yên bêruxset, 2 demançeyên bêruxset, 4 şarjorên keleşnîkofê û 163 gule hatin qefaltin.
Gumanbarekî hatibû binçavkirin bi destê meqamên edlî va hat girtin.
AA