Li Diyarbekirê 19 stargehên PKKyê hatin jinavbirin

Li navçeya Dîcleyê di operasyona dijî rêxistina terorê da 19 stargehên ku di devê yekê da teqemeniya destçêkirî hatiye çalkirin, hatin dîtin

Li Diyarbekirê 19 stargehên PKKyê hatin jinavbirin

Li Dîcleya navçeya Diyarbekiyê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da 19 stargeh hatin jinavbirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, "Operasyona Bayrak-116 Şehit Jandarma Ender Fatih Yilmaz-02" ku bi destê Fermandariya Cendirmeya Parêzgehê li Dîcleyê li kir û devera çiyayî li dijî rêxistina terorê PKKyê di 28ê sibatê da hat destpêkirin, bi şev kuta bû.

Di operasyonê da li herêma Çiyayê Goruse ya di nava sînorê taxa Kurşunlu da 19 stargehên mensûbên rêxistinê hatin tesbîtkirin.

Di operasyonê da herwisa 12 mekanîzmayên teqemeniya destçêkirî ku bi 50 kîlogram amonyum nîtratê hatine çêkirin, 23 tûp, bloqa pîlan ku ji 4 pîlan pêk tê, aku, 100 metre qablo û gelek alavên sereke yên jiyanê hatin girtin.

Teqemeniya destçêkirî û stargeh hatin jinavbirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 12:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE